Li Suriyeyê nêzî 6 hezar qurbanî û birîndarên erdhejê hene 2023-02-08 12:16:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara qurbanî û birîndarên erdhejê ya li herêmên Rêveberiya Xweser, deverên di bin kontra Şam û çeteyan de zêde dibin.   Li herêmên Rêveberiya Xweser, deverên di bin kontrola Şam û çeteyan de hejmara qurbanî û birîndarên erdhejê zêde dibin.   Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê tedbîrên pêwîst ên parastinê ji pêleke muhtemel a erdhejê girtin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê (Rêveberiya Xweser) hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane neguheriye. Heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye, 57 kes jî birîndar bûne. Ekîbên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwîst digirin û heta niha agahiyên cudatir nehatine dayîn.   Li gorî daxuyaniya Wezatera Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê, li herêmên di bin kontrola wan de ji duh ve hejmar neguheriye. Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku li Heleb, Laziqiye û Hemayê 812 kesan jiyana xwe ji dest da, hezar û 449 kes jî birîndar bûn. Encama li deverên Tertus û Idlibêjî nediyar in. Feyde heye ku bê gotin reqemên Wezareta Tenduristiyê tenê yên derbarê herêmên dibin kontrola hikûmeta Şamê de ne.   Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê û taxên din ên Helebê xwe li navendên hewandinê digirin ku Meclisa Giştî ya herdu taxan vekirine.   Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, hejmara qurbanî û birîndaran zêde bû. Li gorî agahiyan li van herêman heta niha hezar û 20 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 400 kes jî birîndar bûne.