Li Afganistanê jineke parlmenter hat qetilkirin 2023-01-16 16:00:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementer Mursel Nebîzade (32) ya ku beriya Talîban di sala 2021’an de desthilatdariyê bi dest bixe, parlementerî dikir li Kabîlê li mala xwe hate qetilkirin. Di êrişê ew û parêzvanê wê hatin kuştin de, birayê wê û parêzvanekî wê jî birîndar bûn.   Parlementer Mursel Nebîzade (32) ya ku beriya Talîban di sala 2021’an de desthilatdariyê bi dest bixe, parlementerî dikir li Kabîlê li mala xwe hate qetilkirin. Tevî ku Talîban li welêt bûbû desthilatdar jî Mursel ji welat derneketibû. Mursel di sala 2018’an de li Kabîlê parlamenter hatibû hilbijartin û heta desthilatdariya Talîbanê jî li ser karê xwe bû.