Ji ber li dijî ferzkirina laçikê kulîlk belav kir, ji bo îfadeyê gazî kirên 2022-12-26 12:58:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Esfehan ê Îranê jin li dijî hicaba bi zorê bi belavkirina Kulîlkan hate protestokirin û di vê pirotestokirinê de Ava Jahangirî bi porên xwe yê sor bal kişand, hat zanîn ku polîs ji bo ifadeya wê bigirin ji bo çûna emniyetê gazî wê kirine.   Li Îranê çalakiyên jinan yên li dijî hîcaba bi zorê li rûxmê hemû gef û êrişan berdewam dike. Çalakvana ciwan û cesûr tê binavkirin Ava Jahangirî ya ji Esfehanê, li ser cadeyên bajarê bi vekirina porê xwe yê sor kulîlkan li jinan belav dike û bi vê yekê hicaba bi zorê pirotesto dike, dîmenê wê yên belavkirina kulîlkan di van rojan de hate parvekirin û gelek hatibû ecibandinan. Dimenê herî dawî yê çalakvan Ava Jahangirî ku di medyaya dîjîtal de hat parvekirin hat zanîn ku bi vê yekê ji aliyê Polîsan ve lê tê gerîn û ji bo îfedayê bide ji qereqolê gazî kirine.   Çalakvan Ava Jahangirî ku astengiya wê ya fîzîkî heye, piştî ku zanî ji qereqolê gazî kirine ew dimenên ku li dijî hicaba bi zorê amadekirî car din belavkirina wê bal kişand.   Ev dû hefte ye ji Fatemeh Bezadî xeber nayê girtin   Werzîşvana hunera  boksê ya Îranê Fatemeh Bezadi beriya du heftiyan hatibû binçavkirin û girtin. Di derbarê aqubeta werzîşvana Îranê de heta niha tu zanyarî nehatiye bidestxistin û nayê zanîn ku li ku derê tê girtin. Hiqûqnasan destnîşan kirin ku Fatemeh Bezadî nehatiye girtin û hatiye revandin û malbata werzîşvana ciwan diyar kirin ku li ser aqubeta Fatemeh Bezadî bi fikar in.   Fatemeh Bezadi werzîşvana hunera boksê ji derveyî wê di maçan de hakimtî dikir.