Li Efganistanê ji bo piştgiriya jinan 3 komeleyan xebatên xwe dan sekinandin 2022-12-26 12:31:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku rêveberiya Talîbanê li Efganistanê xebata jinan di saziyên sivîl ên xwecihî û biyanî de qedexe kir, 3 saziyên alîkariyê yên biyanî yên li welêt kar dikin, xebatên xwe dan sekinandin.   Li Efganistanê piştî qedexeya xebatê ya ji aliyê Talîbanê ve li ser jinan hat ferzkirin, 3 saziyên alîkariyê yên mirovî xebatên xwe dan sekinandin.   Saziya alîkariyê ya navneteweyî Save The Children ku bi armanca başkirina jiyana zarokan, Konseya Penaberan a Norwêcê, Komeleya CARE International a li dijî xizanî û neheqiya civakî ya li gelemperiya cîhanê têdikoşe diyar kir ku, bêyî karmendên jin ew nikarin xwe bigihînin kesên mexdûr.   Her sê komeleyan bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ji ber ku ew li benda zelalbûna biryara rêveberiyê ne, bernameyên xwe disekinînin. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku ji ber qedexeya li ser personelên jin wê bi hezaran mirov di nava krîzeke mezin a aboriyê de bê kar bimînin.   Berdevkê Hikûmeta Talîbanê Zebîhullah Mucahîd bal kişand ser wê yekê ku hemû saziyên ku dixwazin li welêt kar bikin divê li gorî rêz û qanûnên heyî kar bikin.   Rêvebiriya Talîbanê bi hinceta ku jin li gorî cil û bergên hatine diyarkirin tev nagerin, heta biryareke din xebata xebatkarên jin dan sekinandin. Berî vê biryarê, hikumeta Talîbanê ragihandibû ku xwendina xwendekarên jin li zanîngehan jî hatiye sekinandin.   Di meha Mijdarê de jî ketina park, baxçe, werzîşxane û hemamê jî li jinan hatibû qedexekirin.