Jinên Afganî li dijî êrîşên Talîbanê têkoşîna xwe didomînin 2022-12-25 10:18:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Afganî yên ku bi biryara dawî ya Talîbanê çûna zanîngehê li wan hatibû qedexekirin, li gelek bajarên welat daketin qadan.  Jinan li gelek bajarên welêt xwepêşandan lidarxistin, dîmenên ku ji Heratê hatin kişandin careke din mêtingeriya Talîbanê eşkere kir.   Piştî ku Talîbanê li Afganîstanê welat desteser kir, hema hema her roj jin bi qedexeyeke nû re rû bi rû dimînin. Piştî ku Talîbanan vê carê deriyên zanîngehan li jinan girt, jin derketin qadan.Xwepêşandanên li Heratê bi tundî hatin tepeserkirin û li gelek bajarên welêt xwepêşandan hatin lidarxistin.   Îşkence li jinan hat kirin   Jinên Afganî yên ku li ber Walîtiya Heratê bi dirûşman meşiyan beriya ku daxwazên xwe ragihînin û daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê bidin bi êrîşa Talîbanê rû bi rû man. Di çalakiya ku bi ava şid, darbe, çek û qamçiyan êrîş hat kirin de, îşkence jî li jinan hat kirin û hatin binçavkirin.   'Em serî hildidin'   Jinên Heratê di berdewamiya çalakiya xwe ya li dijî tundiya li kolanan de dirûşmên "Mafê me yê perwerdehiyê", "Dawî li cehaletê bînin", "An em hemû bi hev re, yan jî ne yek ji me", "bêhurmetiyê li Qur'anê nekin", Azadî" û "Em mafên xwe dixwazin" berz kirin. Jinekê çalakvan a medyaya dîjîtal ê ji Afganîstanê dema meşiyan vîdeoyek qeyd kir û got, “Em mafê xwe yê perwerdeyê dixwazin û em ê bi dest bixin. Divê Afganîstan mehkûmî tariyê nebe. Em serî hildidin û heta ku em mafên xwe bi dest nexin em ê serî hildin.” Vîdeo gelek caran hat temaşekirin û parvekirin.   Jinan daxwaza naskirina mafê perwerdeyê kirin   Li Kandaharê û li paytext Kabulê jî xwenîşandan hebûn. Wêneyên milîsên rejîma Talîbanê yên ku mêrên ku piştgirî didin xwepêşandanan di dema xwenîşandanên li Kandaharê de bi "lêdana dijwar" radixin ber çavan, bi qasî wêneyên êrîşê rastî bertekên mezin hatin. Di xwepêşandanên li Kandaharê de jinan di êrîşa li dijî meşên jinan de daxwaza naskirina mafê perwerdeyê ji bo jin û zarokên keç kirin.   Dema ku milîsên Talîbanê li bajarên Afganîstanê avahiyên ku sazî û dibistanên hikûmetê lê ne dorpêç dikin, "tedbîrên tund" ên ku ji bo pêşîgirtina li meş û civînên jinan hatine girtin, balê dikişînin.