Jinên Efgan ji bo mafê perwerdeyê herikîn qadan 2022-12-22 16:16:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efganistanê ku rêveberiya Talîbanê perwerdeya zanîngehê li xwendekarên jin qedexe kir, bi dehan jinan ji bo şermezarkirina biryarê li paytext Kabûlê xwepêşandanek li dar xistin. Beşek ji xwepêşanderan ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatin binçavkirin.   Li Efganistanê, bi dehan jin li dijî qedexeya perwerdehiyê ya ji aliyê rêveberiya Talîbanê ve li dijî jinan hatiye danîn, li paytext Kabûlê daketin qadan.   Jin ji bo mafê xwe yê perwerdehiyê biparêzin daketin qadan û dirûşma “Yan maf ji bo hemû kesî, yan jî ne ji bo tu kesî ye” berz kirin.   Xwepêşandana ku di destpêkê de dihat plankirin li ber kampusa Zanîngeha Kabûlê bê lidarxistin, ku yek ji zanîngehên herî mezin û bi prestîj ên welêt e, ji ber bicihkirina hejmareke zêde ya hêzên Talîbanê yên çekdar, li ciheke din hate lidarxistin.   Hat ragihandin ku gelek jinên xwepêşander ji aliyê polîsan ve hatine destgîrkirin.   Di meha Mijdarê de jî ketina park, baxçe, werzîşxane û hemamê li jinan hatibû qedexekirin.