Ji Latîn Emerîkayê bang 2022-12-11 11:12:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de li Abya Yalayê (Latîn Emerîka) zêdeyî 200 sazî û kesayetan bang li hikumetê Latîn Emerîkayê kirin ku li dijî hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina Rojava û bikaranîna çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê.   Li Abya Yalayê zêdeyî 200 sazî û kesayetan bi sernavê "Banga lezgîn a li civaka navneteweyî" metnek weşandin. Di metna hat weşandin de  hate ragihandin ku dewleta Tirk bi hincetên bêbingeh û derewan ji 19'ê Mijdarê ve bombeyan li herêma xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne.   Di berdewamiya metnê de wiha hate gotin, "Derdora bajarên Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Dêrazor, Minbic û Kobanê bi balafirên şer, balafirên bêmirov ên bombebarkirî û topan têne bombekirin. Dewleta Tirk bajarê Efrînê yê ku ji sala 2018'an ve bi rengekî neqanûnî dagir kiriye û derdora wê bi zêdeyî 300 topî bombebarana kir. Bêyî destûra Rûsya, DYE û Elmanyayê Tirkiyeyê nikarîbû êrîş bikira.   Binesaziya bajêr bi zanebûn hate tunekirin, dibistan, klînîk, embarên genim, stasyonên benzînê, qadên petrolê bi êrîşên hewayî û topbaranê hatin bombebarankirin. Ev êrîşên ku timî dewam dikin bandoreke giran li mejiyê mirovan dike. Nabe ku mirov êdî timî di nava tirsê de bijîn. Ji bo wan jiyaneke normal a demdirêj nepêkane. Li herêma xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşên dawî de zêdeyî 40 mirov hatin kuştin ku sivîl jî di nav de ne.   Gelek mirov birîndar bûn. Li Kobanê, nexweşxaneya Covîd a bi alîkariya ji Elmanyayê hate avakirin û navendeke tenduristiyê ya li gundekî hatin hilweşandin. Em, ku piştgiriyê didin sîstema tenduristiyê, tevgera jinê, projeyên civakî yên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, van êrîşên hikumeta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û herêma xweser a Kurdistan-Iraqê ku êrîşên li dijî hiqûqa navneteweyî ne, şermezar dikin. Di heman demê de bêdengiya welatên Latîn Emerîkayê ya li hemberî van êrîşan şermezar dikin.   Piştgiriyê bidin   Lewma em bang li welatên Latîn Emerîkayê dikin ku ji bo dawî li êrîş û şer bînin, ji bo alîkariya mirovî bigihêje Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li nava Neteweyên Yekbûyî bikevin nava liv û tevgerê ku tavilê dest li Tirkiyeyê bê werdan. Mîna welatên ku Rûsyayê ji binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya li Ûkraynayê şermezar dikin, êrîş û şerê Tirkiyeyê yê li Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê yên li hemberî gelê Kurd şermezar bikin. Ji bo piştgiriya bi gelê Kurd û şermezarkirina sûcên li dijî mirovahiyê em îmze dikin; bi njavê rêxistinên mafên mirovan, tevgerên civakî, akademîsyen, hunermend ên morha xwe danîne binê vê bangê em ji hikumetên li Latîn Emerîka û Karabîkê, partiyên siyasî û saziyên navneteweyî dixwazin;   - Ji bo -lêkolînkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, bibin parçeyek ji heyeteke navneteweyî ku biçe herêmên Kurdan ên li Sûriye û Iraqê û lêkolînê bike.   - Ji OPCW û saziyên navneteweyî yên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bixwazin ku wezîfeya xwe bikin. Di vê mijarê de ji Neteweyên Yekbûyî bixwazin ku lêpirsînekê bike.   - Ji bo pêvajoyeke aştiyê ya mayinde, ji bo diyaloga navbera hikumeta Tirk û nûnerên rewa yên gelê Kurd bangê bikin.   - Li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê gelek qadên sivîl bûn hedefa êrîşên Tirk. Embarên genom, depoyên avê, santralên elektrîkê û nexweşxane; gelek navendên binesaziya sivîl hatin hilweşandin. Ev yek li dijî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ye. Ev yek sûcê şer e. Dewlet, partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî divê helwestê li dijî vê nîşan bidin.   - Em bang li dewletan û civaka avneteweyî dikin ku ji bo ronîkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, mekanîzmayên edaletê bixin nava liv û tevgerê."