NY: Li Îranê binpêkirinên giran ên mafên zarokan hene 2022-10-18 12:44:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser binpêkirinên giran ên li Îranê yên li dijî zarokan û daxwaza lêpirsîneke serbixwe û bêalî kir.   Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku piştî Jîna Mahsa Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, di xwepêşandanên Rojhilat û Îranê de herî kêm 23 zarok ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin û bi sedan ji wan jî birîndar bûn, hatin girtin. û îşkencekirin.   Daxwaza lêpirsîna serbixwe û bêalî   Komîteyê got ,“Dıvö binpêkirinên cidî yên mafên zarokan li Îranê bi hûrgilî û ji aliyê sazî an kesên bê alî ve bên lêkolînkirin." Herwiha Komîteyê ragihand ku hin zarok bi çekan hatine kuştin, yên din jî ji ber tundiyê mirine û êrîşên li hemberî zarokan hatine kirin şermezar kir.   Malbat bi fikar in   Komîteyê diyar kir ku gelek malbatên zarokên wan hatine qetilkirin, rejîmê ew neçar kirine ku bibêjin zarokên wan xwe kuştiye û îtirafên derewîn li wan ferz kirine. Komîteyê her wiha xemgîniya xwe li ser raporên li ser zarokên ku li dibistanan tên ragirtin, bi mezinan re tên girtin û îşkencekirin nîşan da.   Komîteya ku ji 18 pisporên serbixwe pêk tê, bang li rejîma Îranê kir û got “dawî li hemû binpêkirinên mafên zarokan bîne”.   Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di 14’ê Cotmehê de ragihandibû ku herî kêm 23 zarok hatine kuştin.   Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Îranê, hejmara zarokên hatine kuştin zêde bûye. Rêxistineke mafên mirovan a Osloyê parve kir ku herî kêm 27 zarok hatine kuştin.