Nivîskara fransî Annie Ernauxê Xelata Wêjeyê ya Nobelê girt 2022-10-06 16:04:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Nobelê, Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 2022'yan da nivîskara fransî Annie Ernauxê.    Komîteya Nobelê, ragihandin ku Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 2022'yan nivîskara fransî Annie Ernauxê wergirtiye. Komîteyê di daxuyaniya derbarê xelat girtina Ernauxê de wiha got: “Ernaux ji ber wêrektî û hişyariya xebatên xwe yên derbarê kokên bîra takekesî, zextên kolektîfkirinê û bîyanîbûnê layîkê Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate dîtin.    Pirtûkên Ernauxê ên bi navê “Yalin Tûtkû”, Babamin Yerî” û “Boş Dolaplar ve Seneler” wergerî tirkî hatine kirin.