Li Îranê 3 jinên çalakvan hatin girtin 2022-08-22 15:12:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê 3 çalakvanên jin ji bo cezayê lê hatî birîn bikêşin, birin girtîgeha bajarê Tahranê.   Koma Neda ya Jinên Îranê di malpera xwe ya tora civakî de ragihand ku duh çalakvanên jin ên bi navê Esrîn Derkale, Ekrem Nesîryan û Meryem Mihemedî ên koma Neda ya Jinan a Îranê, ji bo cezayê li wan hatiye birîn bikêşin, birin girtîgeha Tahranê.   Di dewamê de hate gotin ku her 3 jin bi sucên dijberiya desthilat û hewldanên dijî asayîşa netewî, 30 meh ceza li wan hatiye birîn.