Li Sûdanê Lehî: 75 kesî jiyana xwe ji dest da 2022-08-21 16:12:47       NAVENDA NÛÇEYAN - Bîlançoya karesata lehiyê ya ku ji ber barana zêde li gelek parêzgehên Sûdanê bariya, giran e. Hat ragihandin ku 75 kesî jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran xanî ji ber lehiyê kavil kavil bûn.   Ji ber lehiyê ava Nîlê ya Sûdanê li bakur, Nîlê Spî li başûr û li parêzgehên El Cezîre li naverastê de, bi deh hezaran xanî di bin avê de man û bi hezaran xaniyan jî zerar dît. Hate diyarkirin ku 75 kesî jiyana xwe ji dest dane, 50 hezar xanî hilweşiya ne û bi hezaran xanî jî ji ber zeraradîtine nayên bikaranîn. Hat ragihandin ku ji sedî 50’yê zeviyên çandiniyê di bin avê de man û 33 tesîs jî nekarîne bên bikaranîn.   Hikûmeta Sûdanê bang li rêxistinên mirovî kir ku xwarinên lezgîn, pêdiviyên bijîşkî û ava vexwarinê bidin mexdûrên lehiyê.   Tê texmînkirin ku ji ber barana zêde ya ku di navbera Tîrmeh û Tebaxê de bandora xwe kir li welêt lehî rabû û zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dane.