HRW: Sivîlên li Bakurê Sûriyeyê di xeterê de ne 2022-08-18 15:15:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li Bakurê Sûriyeyê, aliyên şer hemû divê nehêlin zerar bigihêje sivîlan.   Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan têkildarî gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser bakurê Sûriyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku sivlên bakurê Sûriyeyê di heterê de ne.   Di daxuyaniyê de têkildarî berpirsyariyên aliyan ên hiqûqa şer, rewşa penaberan û mirovên li nava welêt ji cih û warê xwe bûn, her wiha têkildarî DAÎŞ'iyên girtî, xeterî hat bilêvkirin.   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Tirkiyeyê beriya niha sê caran opreasyonên dagirkeriyê li herêmê kirine û mafên mirovan di asteke cidî de hatin binpêkirin.   Alîkarê Dîrektorê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Adam Coogle got, "Tirkiyeyê û hevalbendên wê beriya niha di operasyonên leşkerî yên derveyî sînor de ku bûn sedema koçberiya girseyî ya Sûriyeyê, sivîl kuştin û bi kêfî gelek kes girtin." Coogle bi dewamî got, "Eger tedbîrên têrker neyen wergirtin, xeterî heye ku heman binpêkirin ji aliyê dewleta Tirk û wekîlên wê yên Sûriyeyê dubare bibin. Şer dikare rewşa mirovî ya bi milyonan mirovên li bakurê Sûriyeyê girantir bike."