Li Pakistanê ji ber baranên muson hejmara miriyan derket 312 kesî 2022-07-27 11:13:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakistanê ji ber barana muson a ku ji nîva Hezîranê ve li seranserê welêt bi bandor bû, hejmara miriyan derket 312’an.   Hat ragihandin ku Pakistanê ji ber barana zêde ya musonê ku bi hefteyan e li gelek bajarên welêt dibare, bandoreke nerênî li jiyanê kiriye. Li Karaçiyê di encama karesat û qezayên ji ber barana zêde de 7 kesên din mirin. Yek ji wan ceryanê pê girt û 6 ji wan jî xeniqîn. Hat diyarkirin ku pêr jî li Karaçiyê di encama girtina ceryanê de 4 kesî jiyana xwe ji dest dane.    Herwiha li gelek deverên bajêr jî banê gelek malan hilweşiyan û rê di bin avê de man. Li gelek deveran ceryan qut bû. Li seranserê eyaleta Sîndh ji ber qutbuna ceryanê welatiyan cih bi cih li kolanan nerazîbûn nîşan dan. Hat destnîşankirin ku li Heyderabadê jî di karesat û qezayên ji ber baranê de 3 kesî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber barana zêde ya li bajarên Karaçî, Heyderabadê û li eyaleta Sîndh duh betlaneya fermî hat îlan kirin.   Bi giştî hat ragihandin ku li Pakistanê ji ber barana muson a ku ji nîvê Hezîranê ve li seranserê welêt bandora xwe kir, hate niha 312 kesî jiyana xwe ji dest dane.