UNPD: 70 milyon kes xizan bûn 2022-07-07 13:06:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor rapora UNPD’ê ji ber zêdebûna buhayê enerjî û xurek û dan, bi milyonan kes xizan bûne.   Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNPD) da xuyakirin ku ji ber zêdebûna buhayê xurek û dan û enerjiyê, ji meha adarê heta bi niha qet nebe 71 milyon kes xizan bûne.   UNPD’ê diyar kir ku zêdebûna xizaniyê bi vî awayî ji bandora pandemiya Covid-19’ê lêzgîntir e û destnîşan kir ku zêdebûna tiştan hinek jî ji ber şerê li Ûkraynayê ye.   Bi ya Neteweyên Yekbûyî (NY), heke pere ji kesan re were dayîn wê ev tişt ji subvansiyona giştî ya enerjiyê adilanetir û erzantir be. UNPD dibêje ku ji bo welatên xizanî lê pir e bikarin debara xwe bikin, wan pêdivî bi piştgiriya pergaleke bi piraliyî heye.    UNPD’ê di rapora xwe de hişyarî kir ku bi rabûna enflasyonê zêdebûna rêjeya faîzê wê krîz yekcar giran bibe, xizanî zêdetir bibe.   Di raporê de li ser rewşa 159 welatan hat sekinîn. Hat derbirîn ku welatên rewşa wan ne pir baş e, welatên li Balkan, herêma Behra Hazarê û di serî Sahel û Efrîkaya li bin Sehrayê ne.   Serokê UNPD’ê Achim Steiner, got: “Berê tu car tişt wiha zêde nebûne, ev tê wê wateyê ku xurek û danê berê têrê temamê dinyayê dikir, êdî nake.”