Li Arjantînê ji bo sûcdarên di dema dîktatoriyê de cezayê muebetê hat dayîn 2022-07-07 11:12:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeriya Arjantînê ji bo 10 leşker û polîs ên ku di dema dîktatoriyê de sûc kirine, cezayê muebetê da.   Leşker û polîsên serdema 1976-1983’yan bi taybetî bi kuştin, revandin, îşkence û tecawizê sûcdar hatin dîtin. Ev sûc li baregeha leşkerî ya Campo de Mayo li dijî 350 kesên ku di nav wan de jinên ducanî jî hebûn, hatiye kirin.   Dadgehê li 10 leşker û polîsên berê cezayê hepsê da. Malbatên mexdûran û endamên rêxistina mafên mirovan eywana ku doz lê dihat kirin tije kirin.   Di dema dîktatoriyê de li baregeha Campo de Mayo maleke ku zarok lê tê welidandin ya derqanûnî hatibû avakirin û jinên ducanî piştî welidandinê di nava şert û mercên hovane de hatin windakirin.   Rêxistina Dayikên Mayo yên li Plaza yê diyar kir ku, di dema dîktatoriyê de derdora 400 pitik dîl hatin girtin û bi awayekî derqanûnî radestî kesên din hatin kirin. Ji van 130 kes nasnameya xwe ya resen bi dest xistine.   Destpêkê di vê dozê de 22 bersûc hatin darizandin, lê 2 ji wan di dema darizandinê de mirin. Gelek ji wan berê di dozên din ên sûcên li dijî mirovahiyê de hatibûn mehkûmkirin.   Ji betalkirina qanûnên efûyê di sala 2006’an de heta niha 278 biryar ji ber sûcên li dijî mirovahiyê hatine dayîn. Ji bo 1070 kes ku gelek ji wan  cezayê muebetê li wan hat birîn, hatin cezakirin.