Polîsê Îsraîlê jinek rojnameger qetil kir 2022-06-02 13:14:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsê Îsraîlê li Şeriaya Rojava li ketina Wargeha Penabatan a Arroub rojnamgera Fîlîstînî Ghufran Warasneh qetil kirin.    Rojnamevana Filistînî Ghufran Haroun Hamed Rasna di 1'ê Hezîranê de dema ku ji noqteya kontrolê ya Kampa El-Erûb a li başûrê Şerîa Rojava re derbas dibû, bi gulebarana leşkeran  hat qetilkirin. Hat hînbûn ku Ghufran çûye xebata li mala medyayê.    Rojnameger Şirin Ebu Akile jî ji aliyê polîsên Îsraîlê ve hatibû qetilkirin û êriş li ser cenazeyê wê hatibû kirin. Di Rojnamegeriyê de Koalisyona Jinê (CFWIJ) derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parvekirin kir:"Em cinayetê bi tundî şermezar dikin. Em şîna Ghufran digirin û edaletê dixwazin."   Her wiha li gor Wezareta Tendirustiyê ya Fîlîstînê hêzên Îsraîlê ji 1'ê Çileyê heta niha 61 Fîlîstînî qetil kiriye.