Li Brukselê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakî 2022-05-22 11:54:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brukselê gelek kesên ku hatin gel hev bi komî ji bo balê bikişînin ser bikaranîna çekên kîmyewî yên di êrîşên li ser Herma Federe ya Kurdistanê de, bi maskeyên gazê çalakiyek li dar xistin.   Bertekên li hemberî êrîşên bi çekên kimyewî ku AKP-MHP bi hevkariya PDK’ê,li ser Herêma Federe Kurdistanê pêk tîne zêde dibin. Li Bruksela paytexta Belçîkayê komeke ji bo balê bikişîne ser bikaranîna çekên kîmyewî di van êrîşan de bi maskeyên gazê çalakî pêk anî. Kama ku belavok jî belav kir û eleqeyeke mezin ji derdorê dît piştre  beşdarî çalakiya "Mîkrofona Vekirî" ya ku li Brukselê hat lidarxistin bû. Çalakgeran der barê êrîşan de agahî dan beşdarvanan.