Nûçegîhana Al-Jazeera Şirin Ebu hat kuştin 2022-05-11 10:07:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihana Al-Jazeera Şirîn Ebû Akîle, bi derba leşkerên Îsraîlê hat kuştin.    Nûçegihana televizyona Al-Jazeera Şîrîn Ebû Akîle, di Wargeha Penaberan a Cenîn a Bati Şerîayê de di encama gule berdana leşkerên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Şîrîn di encama guleberdanê de giran birîndar bû û pişt re jiyana xwe ji dest da.    Şirîn, serdegirtina arteşa Îsraîlê ya Wargeha Cenînê dişopand.