Di sala 2021'ê de 3 hezar koçber di behrê de xeniqîn 2022-04-30 09:46:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di sala 2021'ê de 3 hezar koçber dema xwestin biçin Ewropayê di behrê de xeniqîne.   Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di sala 2021'ê de hezar û 924 kes li ser xeta navîn û rojava ya Behra Spî jiyana xwe ji dest dane û an jî winda bûne. Hezar û 153 kes jî dema xwestine ji ser Efrîkaya Bakurê Rojava biçin Giravên Kanaryayê jiyana xwe ji dest dane.   Di sala 2020’an de li gorî tespîtan hezar û 544 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.   Berdevkê Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Shabîa Mantoo li Cenevreyê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ji serê sala 2022’yan û heta niha 478 kesan yan di behrê de jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne.   ÛNHCR’ê diyar kir ku bi botên ne baş mirov neçar dimînin behrê derbas bikin û ev bot di rê de yan difisin yan jî noqî avê dibin.   Berdevkê got “Li welatên wekî Senegal û Morîtanya û yên wekî Giravên Kanaryayê carinan ev rêwîtî 10 rojan didome. Gelek keştî û bot jî rêya xwe winda dikin û bêyî ku li dû xwe şopekê bihêlin winda dibin.”