Êrîşên dewleta tirk li Rûsyayê hatin şermezarkirin 2022-04-21 14:22:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Rûsyayê dijîn, êrişên Tirkiyeyê û PDK ya hevkarî bi Tirkiyeyê re kir şermezar kir.    Saziyên kurd ên li Civaka Dewletên Serbixwe ya li Rûsyayê xebatên xwe dimeşînin, têkildarî şerê dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê daye destpêkirin li Moskovayê daxuyanî dan çapemeniyê. Kurdên li Rûsyayê dijîn, êrişên dewleta tirk dane destpêkirin û PDK’ya piştgiriya êrişan dike şermezar kirin.    Serokê Yekitiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Navnetewî Arif Azmanî yê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em hevkarî û îxaneta PDK’ê û Barzanî ya bi dewleta tirk a faşîst re şermezar dikin. Berdêla vê xiyanetê wê giran be.”   Arîf Azmanî destnîşan kir ku hêzên bi dewleta tirk re hevkariyê dikin wê hesab bidin û got: “Êrişên dewleta tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, di heman demê de êrişa hikumeta navendî ya Iraqê ya li ser Şengalê tesadûfî nînin. Careke din hatiye dîtin ku dijminatiyê li gelê kurd dikin. Mîna beriya niha, ev êriş jî wê têk biçe û gerîlayên gelê Kurdistanê wê ser bikevin.”   Kurdên li herêma Krasnodarê jî li hev civiyan û êrişên leşkerî yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirekeriyê re şermezar kirin. Li ser navê kurdên li Krasnodarê, endamê Şandeya Rûspiyan Hesenê Telo û Wekîl Abdullah axivîn û diyar kirin ku divê raya giştî ya cîhanê li hemberî êrişên dewleta tirk bêdeng nemînin û tavilê helwestê nîşan bidin.   Qisekeran diyar kirin ku dewleta tirk ji dîrokê ve kurd her tim qetil kirine û vê carê jî bi operasyoneke berfireh li çar parçeyên Kurdistanê dixwaze destketiyên gelê kurd tune bike. Her wiha destnîşan kirin ku hevkariya PDK'ê ya bi dijminê Kurdan re zerarê dide yekîtiya neteweyî ya Kurdan û hate ragihandin ku mîna beriya niha, êrişa vê dawiyê jî wê bê têkbirin.