Di lehiyê de 300 kesî jiyana xwe ji dest da 2022-04-14 11:20:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrîkaya Başûr ji ber barana zêde lehî rabû. Di vê lehiyê de herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di bobelatê de bi hezaran mal hilweşiyan.   Li herêma Kwazûlû-Natal a Efrîkaya Başûr lehiyeke mezin rabû. Tê diyarkirin di 60 salên dawîn de ev lehiya herî xedar bûye.   Li gorî saziya rêveberiya bobeletan li Kwazûlû-Natalê 306 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokkomar Cyrîl Ramaphosa dema ku çû serdana malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane got “Pir hilweşiyan. Rê rûxiyan. Gelê me birîndar bû. Ev bobelateke mezin e.”   Artêşa Efrîkaya Başûr jî ji bo derxistina mirovan ji hewayî ve piştgirî da. Li gorî rayedarên herêmî bi hezaran mal hilweşiyan û lehiyê bandor herî kêm li ser 140 dibistanan kir.   Li hinek welatên Efrîkayê heta meha nîsanê bahozên xedar li bajaran didin lê li Efrîkaya Başûr rewşên wisa pêk nayên.