Li Brezîlyayê ji ber lehiyê herî kêm 14 kes mir 2022-04-03 13:28:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaleta Rîo de Janeîro ya Brezîlyayê ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabû û ax şemitî. Di encama felaketê de herî kêm 14 kesî jiyana xwe ji dest da.   Li eyaleta Rîo de Janeîroyê baraneke xurt a ku 2 rojan domkir bariya. Li gorî rayedaran di lehî û hezazê de herî kêm 14 kes mirî ye. Herwiha hat ragihandin ku di nav kesên mirî de dayikek û şeş zarokên wê jî hene.   Serokkomarê rastgir ê tund Jaîr Bolsonaro li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku wî ji bo operasyonên rizgarkirinê li eyaleta ku nifûsa wê 17,5 mîlyon e, balafirên leşkerî şandine.   Servîsên Meteorolojiyê ragihandin ku tê payîn di rojên pêş de li herêmê baraneke nû bibare. 6 hefte berê jî li Petropolîs a eyaleta Rîoyê ji ber lehî û hezazê 233 kes miribûn.   Pispor hişyarî didin ku li Brezîlyayê ji ber diyardeya xwezayî ya El Nîna û germahiya global a li Okyanûsa Pasîfîkê demsala baranê her ku diçe girantir dibe. Di meha Çileyê de li başûrê rojhilatê Brezîlyayê bi taybet li eyaleta Sao Paûloyê ji ber lehî û hezazê herî kêm 28 kesî jiyana xwe ji dest dabû.