Operasyona Rusya ya li dijî Ukraynayê di roja 7'emîn de ye 2022-03-02 12:15:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona artêşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê hefteyek li dû xwe hişt. Tê payîn ku civîna duyemîn a di navbera partiyan de pêk were.   Operasyona leşkerî ya ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê dabû destpêkirin ket roja xwe ya heftemîn. Beriya civîna duyemîn a di navbera aliyan de ku li bendê ye îro were lidarxistin, artêşa Rûsyayê dest bi şandina leşkeran bo navendên bajaran kir. Hat ragihandin ku leşkerên Rûsyayê li bajarê Xarkovê yê Rojhilat êrîşa hewayî pêk tînin. Li gel ku li çar aliyê cîhanê gel ji bo aştiyê diqîrin, dewlet jî danekirinên xwe yên nû li hemberî Rusyayê radigihînin.   Ji aliyê din ve banka herî mezin a Rûsyayê Sberbank jî ragihand ku piştî danekirinan ew ji bazara Ewropayê vedikişin. Di daxuyaniya nivîskî ya Sberbankê de hat destnîşankirin li şaxên şîrketê yên Ewropî derketineke pere ya zêde heye.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku gef li xebatkar û şaxên şîrketê tên xwarin û Sberbankê jî biryara vekişîna ji bazara Ewropayê daye.   Saziya Polîtîkayên Sermaye ya Awûstûryayê (FMA) ragihand ku li ser daxwaza Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) şaxa Ewropayê ya Sberbank Europe AG hatiye girtin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê, ji ber êrîşa Rûsyayê ya rasterast a li ser Ukraynayê, DYA û Yekitiya Ewropayê danekirinan aborî xistibû dewrê.   Di encama şerê Rûs û Ûkraynayê de bihabûna petrolê di nava rojê de ji 110 dolarî derbas bû û bihabûnê ji sedî 5 derbas kir. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo qedexekirina derketina derve ya welatiyên ku zêdeyî 10 hezar dolar pereyê wan heye, biryarname îmze kir. Qedexe ji îro û vir ve di meriyetê de ye.   Biden: Pûtîn xelet bû, em amade bûn   Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku qada hewayî ya welatê wî ji balafirên Rûsyayê re hatiye girtin. Joe der barê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de jî got, "Dema ku dîktator berdêla êrîşên xwe nadin, alozî çêdibin. Ev rewş berdêla ku tê dayîn ya Amerîka û cîhanê zêde dike. Şerê Pûtîn şerekî ku berê plankirî bû. Ew di fikra ku wê  tu kes bersîvê nediyê de bû. Pûtîn şatî kir. Ji ber ku em ji tiştekî wisa re amade bûn.