Stranbêj Lata Mangeshkar jiyana xwe ji dest da 2022-02-07 11:09:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Lata Mangeshkar li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.   Stêrka şanogerî û stranbêjiyê ya Hindistanê ku weke Bilbila Hindistanê tê zanîn Hema Hardikar bi navê hunerî Lata Mangeshkar di îlona 1929’an de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di 73 salên hunerê de taybetî di lîstikvanî û stranbêjiyê de derketiye pêş, di ji hezaran zêdetir filîman de lîstiye û ji 15 hezaran zêdetir stran gotiye. Di salên dirêj ên mijûlbûna hunerê de gelek xelatên serkeftinê jî girtiye, ji wana di sala 2001’ê de xelata rometê ya Hindistanê û sala 2009’an jî xelata rometê ya Fransa ya herî bilind Legion of Honor girtiye.    Lata Mangeshkar ji ber nexweşiya koronayê 6’ê sibatê li nexweşxaneyek a Bombayê jiyana xwe ji dest da.