Arefeh Fatemî ya Afgan: Zilm û koletiyê qebûl nekin 2022-01-07 09:09:17   ENQERE - Arefeh Fatemî  ku yek ji jinên li Kabîlê li kolanan li dijî Talîbanê li ber xwe daye wiha got: “Ez peyama zilm û koletiyê qebûl nekin, wêrek  bin, têbikoşin didim jinên cîhanê.”   Talîban rêveberiya Afganîstanê girt dest û ji roja hatiye polîtîkayên zextê kiriye dewrê, di hedefa êrîşan de jî jin hene. Jin ji qada cemawerî hatin derxistin, perwerdehiyên bi hev re yên jin û mêr hatin qedexekirin, dengê jinan hat qedexekirin û çarşef li jinan hat ferzkirin. Talîban destkeftiyên jinan hedef digire û li aliyê din jî têkoşîna jinan a li Kabîlê didome.   Di rojên borî de Platforma Jinên Têkoşer û Însiyatîfa Piştevanî û Yekitiya Jinên Afganîstanê li Kabîlê li ber wezareta jinê çalakî pêk anîn. Jinan gotin ‘ew pergaleke rewa û demokratîk’ dixwazin. Talîban êrîşê jinan kir û pozê jinekê şikand.   Yek ji jinên di çalakiyê de cih girt aktîvîsta mafê jinan û kêmaran Arefeh Fatemî bû. Arefeh Fatemî der barê rewşa jinan a li Afganîstanê, êrîşên li hember jinan de ji ajansa me re axivî.   ‘Pêşeroja jinên Afgan ne diyare’   Arefeh da zanîn ku piştî ketina hikûmetê û hatina Talîban, rewşa jinan li Afganîstanê bi giştî guherye û feraseta dewleta civakî bi giştî ji avabûna dewletê hatiye derxistin û asgtengiyên cidî li hember jinan pêk hatine. Arefeh wiha dirêjî dayê: “Rewşa jinan her diçe xera dibe. Zarokên keç nikarin biçin dibistanê, nikarin biçin zanîngehan û ser kar. Roja Talîban hatiye desthilatdariyê, piranî jin her kes ji mafên herî sereke bêpar tên hiştin, gelek jin neçar mane Afganîstanê terk bikin. Di demên dawî de qanûnên tund li hember jinan pêk tên. Jinan hepsê nav çar dîwarên malê dikin.  Jinên Afgan niha stresa aborî û psîkolojîk dijîn. Pêşerojek ne diyar dijîn. Ligel van jî şîdeta malê zêde bûye. Ev rewş bi xof e.”   ‘Talîban jinan ji nedîtîve tê’   Arefeh di berdewamiyê de destnîşan kir ku jinên Afgan li dijî zextên Talîban, bertek nîşan dane û wiha dirêjî dayê: “Jin ji bo mafên xw eyên perwerde, xebat û tevlibûna siyasetê çalakiyên protestoyî pêk tînin. Lê Talîban bersiv nade daxwazên jinan, ji nedîtîve tê. Daxwazên jinan gelek zelalin. Yekane daxwaza wan perwerde û azadiye.”   ‘Em ji bo mafên xwe têdikoşin’   Arefeh di berdewamiyê de balkişand ser bêdengiya cîhanê ya li hember pêkanînên Talîban û ev tişt bi lêv kir: “Piştî Talîban hat li ber çavê hemû cîhanê Afganîstan berovajî kir, lê piştî vê her kesî ev rewş jibîr kir. Li welatê me jî gelek zehmete ku nûçeyên rast û bi bawer bê girtin. Talîban ji bo jinên çalakger dibêje ‘Kafirên Rojava û casûs’. Jİ ber vê jî her tim gule bi ser çalakiyande barandin û şîdet kirin. Yek ji van çalakgeran jî ez im. Hestên min bi gotinan nikare bê îfadekirin. Em ditirsin lê em neçarin ji bo mafên xwe têbikoşin.  Jinên Afgan yên îro bi nivîs û vîdeoyan hewl didin cîhan Talîban nas bikin, hene.Min nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re nivîsî û şand ji nûneriya Kabîlê re. Jinan dest ji tiştekî bernedaye.  Têdikoşin.”   ‘Ez ne tenê me’   Arefeh diyar kir ku avabûna rayagiştî ya navneteweyî gelek girînge û wiha dawî lê anî: “Ez wek jinekê ya li Afganîstanê li dijî Talîban ji bo mafê xwe têdikoşim, dizanim ku ne tenê me. Ji bo pêşî li geşedanên li Afganîstanê bê girtin yekitiya jiyanên Cîhanê girînge. Di serî de jinên Tirkiyeyê û hemû jinên cîhanê, bila koletî û zilmê qebûl nekin, bila wêrek bin, têkoşînê bidin. Daxwaza me jiyaneke mirovane ye. Ez bang li hemû aktîvîstên mafê jinan, mafê mirovan, lîstikvanên Afgan dikim ku bila jinên Afgan tenê nehêlin wan jibîr nekin.”