Li Myanmarê 35 kes hatin şewitandin 2021-12-27 14:03:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Mala Çavdêriyê ya Myanmar Wîtnessê diyar kir ku li Myanmarê zarok û jin jî di nav de 35 kes ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin.   Mala Çavderiyê ya Myanmar Wîtnessê aşkera kir ku di 24’ê Kanûnê de li ser rêya kantona Hprûso ya li eyaleta Kayahê ya Myanmarê qetliamek pêk hat. Mala Çavdêriyê aşkera kir ku leşkeran zarok û jin jî di nav de 35 kes şewitandine.   Hêzên Parastina Gel a bi navê PDF’ê ya li dijî darbeya leşkerî jî diyar kir wan herî kêm 27 cenaze dîtine. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Martîn Grîffîths jî diyar kir ji ber vê êrişa li ser sivîlan ew gelekî şaş mane.  Martîn got “Ez vê bûyera giran şermezar dikim û bang li rayedaran dikim ku bila lêpirsîneke zelal û cîddî bidin destpêkirin.”   Rêxistina saziya civakî Save the Chîldrenê jî diyar kir du xebatkarên wan winda ne.   Ji serê meha sibatê ve li Myanmarê kaosek heye. Li gorî Komeleya Alîkariya Ji Bo Girtiyên Siyasî yên Herêmî di nava 10 mehan de hezar û 300 kesên sivîl hatine kuştin. Li hemberî darbeyê Hêzên Parastina Gel (PDF) hate avakirin. PDF car caran derbên giran li artêşa Myanmarê dixîne.