Li Brezîlyayê 58 navçe di binê avê de ma 2021-12-27 10:28:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber baranê li eyaleta Bahîa ya li bakurê rojhilatê Brezîlyayê 58 navçe di binê avê de ma, 18 kes mirin.   Ji ber baranê li eyaleta Bahia ya Brezîlyayê 58 navçe di binê avê de ma. Rayedarên îtfaiyeya Bahîayê diyar kirin ku hejmara miriyan bûye 18.   Hate ragihandin baran dibare û rewşa herêmê xerabtir dibe. Li gorî medyaya Brezîlyayê waliyê eyaletê Rûî Costa 58 şaredarî di binê avê de mane. Rayedaran diyar kirin lehiyê bandor li 19 şaredariyan kiriye.