RSF: Li tevahiya cîhanê 488 rojnameger girtî ne 2021-12-16 10:45:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî RSF'ê sala 2021'ê hejmara rojnamevanên girtî gihîşte 488 kesî. Li gorî salek berê bi rêjeya ji sedî 20'î zêde bû.   Rojnamevanên Sînorneas (RSF) derbarê binpêkirina mafên rojnamegeran de raporek eşkera kir. RSF'ê diyar kir ku ji sala 1995'an ji dema weşandina rapora destpêkê ya salane û vir ve hejmara rojnamevanên girtî qet ewqasî zêde nebûbû.   Li gorî RSF'ê sala 2021'ê hejmara rojnamevanên girtî gihîşte 488 kesî û bi vî rengî rekor şikand. Li gorî salek berê bi rêjeya ji sedî 20'î zêde bû. Hate ragihandin ku herî zêde li Myanmar, Belarus û Çînê rojnamevan hatine girtin. Hate ragihandin ku ji ber qanûna ewlekariya neteweyî ya Çîn li Hong Kongê ferz dike, hejmara rojnamevanên girtî zêde bûye.   RSF'ê diyar kir ku Herêma Xweser a Ûygûr a Sîncanê ji aliyê nûçegihaniyê ve guheriye 'çala reş' û 70 rojnamevanên Ûygûr hatine girtin.   Heta 1'ê kanûnê welat û rojnamevanên lê girtî ne wiha ne: Çîn (127), Myanmar (53), Vîetnam (43), Belarus (32) û Erebistana Siûdî (31).   Li gorî RSF'ê hejmara rojnamevanên jin ên girtî di asta ji sedî 60'î de ji her demê bêhtir zêde bûye. Hate ragihandin ku herî zêde li Belarusê rojnamevanên jin girtî ne ku li vî welatî 17 rojnamevanên jin hatine girtin.   Hejmara rojnamevanên hatin kuştin jî di asta herî nizm a 20 salên dawî de ye. RSF'ê rgaihand ku sedema vê kêmbûnê guhertina li qadên şer ên Sûriye, Iraq û Yemenê ye. Li gorî RSF'ê 46 rojnamevan hatin kuştin. Meksîka û Efganistan ji bo rojnamevanan hîn jî herêmên herî metirsîdar in. Li Meksîkayê 7, li Efganistanê 6, li Yemen û Hindistanê jî 4 rojnamevan hatin kuştin.   Li gorî RSF'ê li Tirkiyeyê tenê 10 rojnamevan girtî ne. Beriya demeke kurt Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye rapora salane eşkere kiribû û diyar kiribû ku li Tirkiyeyê 18 rojnamevan hatine girtin.   Li gorî Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê jî li Tirkiyeyê 34 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê girtî ne. Li gorî Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê heta 2'ê kanûnê 62 rojnamevan li Tirkiyeyê girtî bûn. Li gorî lîsteya Komeleya Rojnamevanên Hemdem jî heta 2'yê Cotmehê 122 rojnamevan li Tirkiyeyê girtî bûn.