Rêxistinên jinan ên Swîsereyê li dijî tundiyê meşiyan 2021-12-12 10:38:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zurîchê zêdeyî hezar jin daketin qadan û ji bo balê bikişînin ser sûcên tundiyê yên li dijî jinê û naskirina pênaseya qirkirina jinê çalakî kirin.   Li bajarê Zurîch yê Swîsreyê, bi pêşengiya Tifaqa Ni Una menos ku Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê jî di nav de 156 sazî û tevgerên jinan, li dijî qirkirina jinê meşek hate lidarxistin.    Di şexsê jinên ku bi tundiya mêr hatin qetilkirin de, bang li hikumeta federal a Swîsreyê hate kirin ku biryarên Peymana Stenbolê bi cih bîne. Zêdeyî hezar jin bi vê armancê li Helvetiaplatzê li hev civiyan. Tifaqê xwest ku pênaseya qirkirina jinê bê naskirin û di qanûna ceza de bê bicihkirin. Her wiha ji bo têkoşîna li dijî tundiya li jinan hikumeta federal piştgiriyê bide.   Di çalakiyê de dirûşma "Jin, jiyan, azadî" jî hate berzkirin.   Jin piştî ku li navenda bajêr meşiyan, li Helvetiaplatzê vegeriyan û daxuyanî dan. Endama Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê Ozen Aytaş qala tundiya mêr û dewletê ya li Tirkiyeyê, têkoşîna jinên kurd a li dijî vê yekê kir û got, "Em jinên kurd, em ê têkoşîna xwe bi têkoşîna jinan a cîhanê re bikin yek, bi vî rengî jiyana mirovî, jinan û xwezayê ji xwe re bikin esas û li dijî komkujiyan têkoşîna xwe dewam bikin."