'Ji milyonekê zêdetir jin û zarok di bin xeteriya tundiyê de ne' 2021-12-01 11:25:01     NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEFa Iraqê diyar kir ku li Iraq û Herêma FederaL a Kurdistanê ji milyonekê zêdetir jin û zarok di bin xeteriya tundiyê de ne.   Li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê tundiya li hemberî jin û zarokan her ku diçe zêde dbie. Fona Alîkariya Bi Zarokan re (UNCEF) jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa zarok û jinên li van herêman.   'Di bin xeterê de ne'   UNICEF'a Iraqê di hesabê xwe yê Twîterê de parvekir ku ji milyonekê zêdetir jin û zarok di bin xeteriya tundiyê de ne.   'Divê ewlehî bê girtin'   Daxuyaniya UNICEF'ê wiha ye: "Li Irqaê herî zêde jin û zarokên keç ji milyonek zêdetri mirov di bin xeteriya tundiyê de ne."