Jinên Afgan bertek nîşanî bêdengiyê dan 2021-10-26 11:19:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kabîlê jinan li dijî pêkanînên Talîban bertek nîşan dan û bêdengiya navneteweyî ya li dijî van pêkanînan jî şermezar kirin.    Komeke jin ên xwe wekî "Tevgera Spontane ya Jinên Aktivîst ên li Afganîstanê" pênase dikin li paytexta Kabîlê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin.    Jinan dovîzên "Çima cîhan bi awayekî bê deng li hêviya mirina me ye?","Mafê perwerdeyê","Mafê xebatê" vekirin. Jinan di daxuyaniya ku dan de anîn ziman xizantiyê welat perîşan kiriye, zarok dimirin, mêr kar nabînin, întixar dikin û cîhan li dijî vê yekê bêdenge.     Rojnameger hatin astengkirin   Di daxuyaniyê de bang ji bo Neteweyîn Yekbûyî hat kirin û hat gotin bila piştgirî ji bo daxwazên perwerde û kar ên jinan bê dayin. Çalakiya rojnamegeran ji aliyê Taliban ve hat astengkirin.    Ji tebaxê heta niha çalakî qedexe ne   Ji meha tebaxê ya Taliban hat ser îktidarê vir ve ye çalakî hatine qedexekirin. Tevî vê ya dîsa jin her hefte bi rêk û pêk ji bo daxwazên xwe bînin ziman çalakiya li dar dixin. Hefteya borî roja pêncşemê dîsa nêzî 20 jinî dora saeteke û nîvekê çalakî li dar xistibûn û Taliban tundî li rojnamegerên ku çalakî şopandibûn kiribû.