Talîbanê êrişê çalakiya jinan kir 2021-10-21 15:22:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afganîstanê jinan ji bo mafê perwerdê û xebatê daketin qadan lê bi êrişa Talîbanê re rûbi rû man û her wiha rojnamegerên ku çalakî dişopandin jî bi êrişê re rûbirû man.    Li paytexta Afganistan Kabîlê, komeke jinên ku li dijî kiryarên Talîbanê derketibûn kolanan û çalakiya protestoyî li dar dixistin bi êrişê re rûbirû man, her wiha rojnamegerên ku çalakiyê dişopandin jî bûn hedefa şîdeta Talîbanê.    Jinan li navenda bajêr li bo parastina mafên perwerde û xebatê çalakî li dar xistin û bi pankarta bi nivîsa “Mafê me yê xebatê tune ye” vekirin û dirûşmên “Em bêkarî, xizanî û birçîbûyînê napejirînin” avêtin. Talîbanê êriş bir ser jinan û rojnamegerên ku çalakî dişopand. Her wiha rojnamger bi kuştinê hatin tehdîtkirin.