Ji bo hişyariya penceşêra memikan li Lîbyayê kampanya 2021-10-06 11:59:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Tevgera Neteweyî ya Lîbyayê ji bo hişyariya nexweşiya penceşêra memîkan kampanyayek dan destpêkirin, di çarçoveya kampanyayê de li hemû bajarên Lîbyayê rêze semîner bên lidarxistin û jin bên agahdarkirin.    Di 3’yê cotmehê de li bajarê Bîngaziya Lîbyayê der barê teşhîsa zu ya penceşêra memikan kampanyayek hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ji bo hişyariyê dê rêzesemîner bên organîzekirin. Semîner dê heta dawiya meha cotmehê li hemû bajarên Lîbyayê pêk bê. Kampanya di bin çavdêriya Yekitiya Neteweyî ya Lîbyayî ya Kontrolkirina Penceşêrê de, bi hevkariya Rêxistina Magidat a Tevgera Neteweyî û rêxistina Tevgera Niştimanî, bi organîzasyona Navenda Taybet a El-Kiş û komek bijîşk û pisporan ve tê meşandin.    Endama Rêxistina Magidat a Tevgera Neteweyî, bijîşk Amal Al-Araibi ji Ajansa Nûçeyan a NûJINHA'yê re axivî û wiha bal kişand ser destpêkirina kampanyayê: “Me bernameyek hişmendiya nexweşiyê damezrand. Ew jî bi rêya li dar xistina semînerên hişyarkirinê li hemû navendên tenduristiyê yên giştî li bajarê Bîngaziyê ye. Her wiha em ê dakevin kolanan da ku mêr û jinan perwerde bikin. Ji ber ku penceşêra memikan ne tenê jin pê dikevin her wiha mêr jî bi rêjeyek kêm bi bandor dibin. Tesbîta ku zû bê kirin dê asta vê nexweşiyê kêm bike û hejmarek mezin jin beriya bi vê nexweşiyê bikevin em ê rizgar bikin.”    Endama Mecîdatê ya Tevgera Niştimanî, Necwa Mistefa jî der barê mijarê de wiha dibêje: “Armanca rêxistinê ew e ku hişmendiyê di hemû aliyan de zêde bike, di nav de aliyên tenduristî jî hene. Ji ber ku rêxistinê xebata xwe ya hişmendiyê li qadan dest pê kir. Meha cotmehê, meha hişyariya ji bo tesbîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê ye."   Bijîşk û Rêvebera Beşa Lênihêrîna Tenduristiyê ya li Navenda Pisporan a Al-Kish Amina Essid, da zanîn ku xebat dê heta dawiya meha cotmehê bidome û got: "Me di meha cotmehê de kampanyayek hişmendiya penceşêra memikan da destpêkirin. Ger jinek di qonaxek dereng de were, dibe ku barê psîkolojîk û bargiraniyek aborî, heya dermankirina wê were dirêjkirin û rêjeya başbûnê wê gelek kêm bibe. Ji ber vê yekê hişmendî ji jinan re girîng e. Jinek piştî 40 û 60 salan divê her du salan carekê mamografiyê bigre û her aliyê xwe kontrol bike û ger tiştek nenas bibîne biçe cem bijîşkê pispor. Ez di wê baweriyê de me ku kampanya dê bandorên xwe yên baş nîşan bide û ev tenê di meha Cotmehê de sînordar nemîne.”