Li Chicagoyê Bankaya Jinan a yekem vebû 2021-09-23 12:04:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Chicagoyê Bankaya Jinan a yekem a bi navê (First Womens Bank) vebû.   Li gor nûçeya Nûjinhayê ya ji Rojnameya Chicago Sun Times werger kiriye Yekem Bankaya Jinan roja Çarşemê li Chicagoya DYA’ê vebû.    Di merasîma vekirina bankayê de Mayoraredar Lori Lightfoot axivî û got:"Banka li Chicagoyê ji bo her kesî cihekî karsazîyê û derfetek e  û got: "Gihîştina sermayeyê pir girîng e û divê ji her kesî re vekirî be. Heta em ji bo pêşxistina her kesî bi xwestik nebin, em nikarin wekî bajar û netew bi ser bikevin û bi pêş ve biçin."   Banka dê piştgiriyê bide jinan   Berpirsyarê bazirganî û ragihandinê yê bankayê Colleen Ryan got ku banka dê di heman demê de bi şêwirmendî û çavkaniyên torê piştgiriyê bide jinên karsaz. Her wiha banka dê bi taybetî balê bikşîne ser alîkariya jinên reşik ên ku karsaziyê dikin.   Şîrketa qehweyê Southside Grinds a têkildarî jinên reşik, bi piştgiriya bankaya First Womens karibûye karsaziya xwe berfireh bike.   Jin di girtina krediyan de zehmetiyê dikşînin    Banka ji hêla pargîdaniyên mîna Wendy's û Comcast û her wiha ji aliyê International Tennis Hall of Famer û Billie Jean King ku yek ji derhênerên bankayê û parêzerên sermayeya jinan a yek ji şêwirmendên bankayê ye, tê piştgirîkirin.   Billie Jean King got: "Ez pirsgirêkên jinên ku di dema çareseriyên darayî de bi wan re rûbirû dimînin dizanim. Min bi xwe jî ew tişt jiyaye. Ger hûn jin bin, zehmet e ku hûn ji bankayê kredî bigrin."   Çavkanî: Chicago Sun Times   Werger: JINHA