Talîbanê êrîşî çalakiya jinan kir 2021-09-05 13:19:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbanê, li payitextê Afganistan Kabîlê êrîş jinên ku ji bo mafên xwe çalakî li dar xistin kir.   Çalakîyên jinên Afganistanê ên li Kabîlê ku li dijî talîbanê li dar dixin berdewam dikin. Talîbanê li payitext Kabîlê êrîşî jinên ku li dijî binpêkirina mafên xwe û cihnedayîna ji wan re a li nava hikûmeta nû di çalakiyê de bûn kir û çalakiya wan asteng kir.  Talîbanê bi gaza îsotê êrîşî jinên ku xwestin ber bi Qesra Komarvê ve bimeşin kir. Azîta Nazmî a ku ji medyaa Afganistanê ji Tolo Newsê re axivî got, "Berî bi 25 salan dema ku Talîbanê hat nehiştibû ku biçim dibistanê. Piştî îqtîdara 5 salan min min 25 salan perwerde dît û ez gelek xebitîm. Ji bo pêşeroja xwe em ê destûrê nedin wan."     Jineke din a ku ji Reutersê re axivî Soraya jî ku bahsa êrîşa Talîbanê li çalakiya wan kir got, "Bi şarjorên li serê jinan didan û xwîn ji serê wan anîn."