Jinên Afganistanî talîban şermezar kirin 2021-09-03 16:30:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbana ku li bendê ye îro hikûmeta nû ragihînine, di daxuyaniya  berê de hate gotin ku jin dê di hukûmetê de cih negrin. Li ser vê yekê, jinan Talîban şermezar kirin û xwestin di hukûmetê de cih ji bo wan were dayin.   Hat zanîn ku dê îro Talîban kabîneyêk nû eşkere bike. Di nava daxuyaniyên Talîbanan de, hat ragihandin ku jin di kabîneya nû de cih nagirin. Li Heratê, jinan ragihandin ku ew dixwazin, di hikûmeta nû de cih bigrin û ji bo vê yeke çalakî pêkanîn.   Li aliyê din, li bajarê Heratê, li dora 50 jinan daketin kolanan, mafê xwe yê xebatê xwestin û ji ber ku di rêveberiya nû a hikûmetê de cih ji wan re dê neyê dayîn Talîban şermezar kirin Ji jinên di nava çalakiyê de Basira Tahirî ya ku çalakî  organîze kir, got ku ew dixwazin Talîban di nava hikûmeta nû de cih bide jinan.