Talîban bi hinceta ewlehiyê jinan hepsî malê dike 2021-08-25 10:37:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Talîban a ku rêveberiya Afganistanê girt dest, bi hinceta ewlehiyê biryar da ku jinan hepsî malê bike. Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahît, bang li jinên li derve dixebitin kir û got, "Ji bo demekê li malê bimînin."   Talîban a ku rêveberiya Afganistanê kir destê xwe, biryareke ku jinan ji nêz ve eleqedar dike da. Talîbanê ji bo jinên li Afganistanê dixebitin got, "Ji bo demekê li malê bimînin." Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahît, di civîna çapemeniyê de axivî û ji bo ku jin hepsî malê bên kirin ev hincet nîşan dan "Hêzên me yên ewlehiyê di warê ku bi jinan re biaxivin de perwerde nedîtibûn, hinek ji wan nizanin ku wê çawa bi jinan re biaxivin. Ev biryar ji bo ku tade li jinan neyê kirin hatiye girtine."    Herwiha berdevkê talîbanê diyar kir ku ew ê jinan ji bo demeke kurt di malê de bihêlin û îda kir ku ew ê wan ji karê wan jî dernexînin.   Talîbanê got ku ew ê destûrê nedin ku afganî biçin Balafirgeha Kabîlê.  Kesên ku dixwazin xwe bigihînin balafirgehê jî ji aliyê talîbanê ve tên astengkirin.   Berdevkê Talîbanê ragihand ku li Afganistanê, li medya, nexweşxane û dibistanê jî dest bi kar hatiye kirin.     Jinan Talîban derewkar derxist   Jinên ku ji BBC'ê re axivîn diyar kirin ku ew ji bo vegera li lser kar bi gûman in û anîn ziman ku hin jinên çûne ser kar jî ji wan re hatiye  gotin ku êdî li vir naxebitin û ji wan hatiye xestin ku xizmekî mêr bila bê ku karê wan dewrî wî bikin.