Rojnamegera Afgan Ayes Tanzeem:Jin bi fikar in 2021-08-24 09:04:48     ENQERE - Rojnamegera Afgan Ayes Tanzeem da zanîn ku mirov bi tirs dijîn û wiha got: “Me jinên ji bo maf têdikoşiyan dîtin. Her kes bi fikare û ditirse. Ji ber vê jî xwe vedişêrin.”   Şefa Buroya Pakîstan û Afganîstanê ya Voîce of Amerîka (VOA), Rojnamegera Afgan Ayes Tanzeem da zanîn ku bi vekişîna leşkerên DYA’yê re, piştî 20 salan şûnde Afganîstan ketiye destê Talîbanê û bi vê re jî jin û zarok ketine xetereyê.   ‘Wir kaos bû’   Ayes der barê derketina ji Afganîstanê nirxandin kir û got: “Ketina balafirgehê ji derketina balafirgehê zehmetir bû. We vîdeoyên kaosê yên derveyê balafirgehê dîtin. Ketina balafiargehê,4-5 saet berdewam dikir. Ez sê caran çûm balafirgehê. Du caran bi ser neketim.  Ji ber qerebalixa ber derî derî hatin girtin. Leşkeran gule direşand. Cara sêyem ez bi saetan li bendê mam û ketimê. Zarok digiriyan, jin digiriyan. Mirovên pevdiçûn hebûn. Li wir bi rastî jî kaosek mezin hebû.”   ‘Kes dernakeve derve’   Ayes behsa rewşa li Afganîtsanê ku beriya derkeve kir û ev tişt daxuyand: “Rojên ewil kolan bêdeng bûn. Piştre trafîk herikî. Dukan hema girtibûn lê bawerim ew jî tên vekirin. Banka ne vekirine. Jin dernakevin kolanê.  Yên dertên jî girtî ne. Serê xwe digirin. An jî qet dernakevin. Niha ji bilî çend protestoyan bûyerek şîdetê li kolanê tune ye. Mirov hîna li malên xwe ne, xwe vedişêrin.”    ‘Min cilên xwe guhertin’   Ayesê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez nikarim bêjim ku rojnamegerên jin wê ji vir şûnde karê xwe bikin an na. Lê her kes bi tedbîre. Min cilê xwe guhert. Ji bo bajarê ku Talîban bi rêve dibe kontrol bikim çûm derve. Min ebe li xwe kir û serê xwe girt. Ger min li xwe nekiriba nizanim ku wê ez bidam sekinandin an na. Nûçegîhanên din yên jin heta roja înê çûn ser kar. Ji ber vê nikarim bêjim ku ka destur didin rojnamegerên jin an na. Min îro hinek wêne tweet kir. Pêşkêşvanên jin hîna dixebitin. Lê du jinên kanala RBA êdî ne li ber ekrananê ne. Em ê pêvajoya ji vir şûnde hemû bi hev re bibînin.   Ayesê balkişand ser peymana Doha û ev tişt vegot: “Peymana Doha, bi qasî em dizanin, li gorî belgeyên destê me de, salnameyeke vekişînê ya ku DYA’yê pêk aniye hatiye xwestin û beramberê vê, wê Talîban destur nede komên terorîst yên biyanî tevbigerin. Axa Afganîstanê li ji welatekî din re, bi taybet ji DYA û mutevfîkên wê re vekiribû. Talîban bi El Qaîde û rêxistinên din yên terorê re têkiliyên xwe nebirîn. Em dizanin ku di Doha de muzakre ji bo Afganîstanê serkeftî nîn bûn.”   ‘Jin xwedî maf bûn’   Ayes der barê mafê jinan de jî wiha nirxandin kir: “Jinên Afganîstanê diçûn dibistanan, kolej û zanîngehan. Perwerde didîtin. An jî dikaribûn di sektora taybet û hikûmetê de bixebitiyan. Fîlmçêker, stranbêj û hunermend bûn. Yanî bi kurtasî karibûn bikevin her pîşeyê. Lê girtina du rojnamegerên jin a ji kanala  RTA, nîşan dide ku ji aliyê Talîban ve hinek maf şûnde hatine girtin. Di serî de li Kabîl û gelek bajarên welat gelek kes derketin derve û protesto pêk anîn. Li gorî em dizanin li herî kêm li bajarekî TAlîban bi ser gel de gule barandiye û çend kesî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê protesto bi sedemên cuda pêk hatine. Jin ne tenê ji bo mafê jinan ji bo sedemên din jî derketin kolanan û protesto kirin.”   ‘Afganîstan niha ne di destê kesî de ye’   Ayes wiha dirêjî dayê: “Afganîstan niha ne destê kesî de ye. Li hinek herêmên Panjshîr piraniya welat destê Talîban de ye. Li herêmên din em nikarin bêjin ku ev di destê kê de ye. Talîban soz da ku zirarê nade jin û zarokan, şîdetê nake. Lê dîsa jî mirov nizanin ku wê çi bikin. Ji ber vê jî herkes ditirse û ji malên xwe dernayên. Yek ji fikarên ku herî zêde ez ji mirovan dibihîzim, eve ku Talîban niha gelek baş e. Ji ber ku dixwaze civaka navneteweyî bêdeng bike û xwe wek mirovên baş nîşan bidin. Kesê mala xwe terk nekiriye. Ji ber vê jî nayê zanîn ku wê jin kengê dest bi xebatê bikin. Em nizanin ku wê çawa destur bidin jinan û dikarin biçin her cureyê kar an na.”   Ayes dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Der barê Afganîstanê de tu tiştekî ku ez nikarim piştrast bikim de, şîroveyê nakim. Li gorî min ji bo vê hîna zûye. Mirov li bendê Talîbanin. Dişopînin. Ji vir şûnde du meh şûnde an jî mehek şûnde, dema mirov vegerin ser karê xwe, wê guherînê bibînin. Ji ber vê naxwazim spekulasyonê bikim.”