Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê: Ji bo çareseriya pirsgirêkan xebat divê 2021-08-07 12:14:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê banga xebatê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan kir û daxwaz kir ku prensîba wekhevî û hemwelatîbûna bi bandor ji bo jinan bi cih bînin.    Yekitiya Neteweyî ya jinên Tûnisê bi daxuyaniyeke nivîskî banga guhertina bi lez a pergala hilbijartinê û siyasî kir. Yekitiya Jinên Tûnisê diyar kir ku ew piştgiriya daxwazên Tûnisiyan dikin ku piştî protestoyên 25'ê tîrmeha 2021'ê ji ber xirabûna şert û mercên tenduristî, aborî, civakî, siyasî û  banga pêwîstiya bersivdana daxwazên gelê Tûnisê kir.   Yekitiya Jinên Tûnisê bi destkeftiyên jinan û pêdiviya parastina wan bawer e her wiha teqez dike ku pêdivî heye em li hemberî hemî kesên ku hewl didin nirxên jinên Tûnisê kêm bikin, mafên wan binpê bikin û wan tehdît bikin, bisekinin.   Yekitiya Neteweyî ya jinên Tûnisê ku berê bi navê Yekitiya Jinên Neteweyî ya Tûnisê dihat zanîn, rêxistina mezin a jinan li Tûnisê ye û di sala 1956’an de ji hêla gelek çalakvanên destûrî ve hatiye damezrandin.