Îro 1'emîn salvegera teqîna li bendera Beyrûdê ye 2021-08-04 12:10:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Salek ser teqîna mezin a ku li Beyrûtê rû da re derbas bû, lê hêj jî kes berpirsên teqînê nehatine cezakirin. Her wiha birînên gelê Lubnanê heta îro jî nehatine dermankirin û paytexta ku ziyaneke mezin gihîştibûyê, nehatiye avakirin.   Îro salvegera yekemîn a teqîna li bendera Beyrûtê ye ku di encamê de zêdetirî 200 kesî jiyana xwe ji dest da û ziyaneke mezin gihîşt paytextê. Salek derbas bû, lê hîna jî pirsa li ser jinûveavakirinê û cezakirina kesên li pey teqînê, nayê bersivandin.   Ji dema teqîn çêbûye de, gelek însiyatîfên ji bo jinûveavakirinê hatin pêşkêşkirin. Jê însiyatîfên Fransa, Almanya, Rûsya û hwd, li gel wê jî YE û NY’yê jî gelek soz dan. Lê li gel berdewama krîza siyasî ya hundirîn û krîza aborî, Lubnan di helwesta xwe de bê deng e. Di encama teqînê de nêzî 300 hezar sivîlên ku malên wan hatine wêrankirin, koçber bûne. Li gel wê jî hîna 85 hezar avahî di nav de mal û nivîsgeh li ser lîsteya jinûveavakirinê ne.