Navê du rojnamegerên jin dê li kolanên Tehranê bê kirin 2021-07-20 15:08:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Bajêr a Tehranê navê du rojnamegerên di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan dê li du kolanên cuda bikin.   Dê navên rojnamegerên jin Mahshad Karimi û Reyhaneh Yassini yên di dema şopandina nûçeyan de qeza derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan li du kolanên Tahranê bê kirin.    Li gor nûçeya NuJINHA'yê bi biryara Konseya Bajêr a Tehranê dê navên du rojnamegerên jin li du kolanên Tehranê bên kirin.