Li Kolombiyayê çalakiyên gel didomin 2021-05-07 12:47:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Kolombiyayê li hemberî çalakiyên gel neçar ma ku pêşnûmeya reforma bacê paşve bikişîne. Di çalakiyên ku 28'ê nîsanê de dest pê kir 37 kes hatin kuştin.    Ji 28'ê nîsanê vir ve li Kolombiyayê çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin. Çalakî li dijî pêşnûmeya hikûmetê ya têkildarî reforma bacê dest pê kir. Ji ber çalakiyan serokwezîrê rastgir Ivan Duque neçar ma paşve gavê biavêje û pêşnûme vekişand. Lê belê bi rengekî balkêş tundiya dewletê zêde kir.   Ev jî bû sedem ku çalakî berfireh bibin. Xwendekar, sendîkavan, karkerên ragihandinê, tevgerên xwecihî, gundî, Afroyî li çar aliyên paytext Bogotayê herikîn qadan. Çalakger bi giranî ji ciwanan pêk tên. Li bajarê Calî ku çalakî lê berfireh in, polîsan êriş kirin. Li Calî xizanî ji sedî 36.3'ê ye û gelek caran bûyerên kuştinê lê diqewimin.   Çalakiyên şermezarkirinê di demeke kurt de li tevahiya welat belav bûn. Hema bêje li h er cihî bend hatin danîn. Dîmenên ku li medya dîjîtal tên parvekirin nîşan didin ku rewş metirsîdar e. Bedenên bi xwîn ên li erdê dirêjkirî, destwerdana polîsan a bi çekên giran, gulereşandina polîsan, avahiyên di nava êgir de û teqîn.   Di encama tundiya dewletê de herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî hezar kes jî birîndar bûn. Li aliyê din, li gorî daxuyaniyên Temblores ku xebatên mafên mirovan bi rêve dibe, ji roja ku çalakiyan dest pê kiriye ve 100 kes bi guleyên çekên polîsan birîndar bûn, 234 polîs rastî êrişî hatin, ji 900 zêdetir kes bi awayekê bêqanûnî hatin girtin û 11 jin rastî êrişa zayendî ya polîsan hatine. Zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan hem li Kolombiya û hem jî li derveyî welat bi tundî hatin şermezarkirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nerazîbûn nîşanî destwerdan û zilma polîsan da û xwest, zilma li çalakgeran tê kirin bi dawî bibe.    Kolombiya di bin rêveberiya rastgiriya tund de ketiye nava pirsgirêkên giran ên siyasî, aborî û civakî. Lîderên civakî jî tên hedefkirin û qetilkirin, komkujî tên kirin. Ji Mijdara 2016'an û vir ve piştî ku bi tevgera gerîla ya mezin FARC'ê re peymana aştiyê hate mohrkirin herî kêm 272 gerîlayên berê hatin qetilkirin. Derba ku li vê peymanê hatiye xistin, hesteke welê dide civakê ku êdî tiştekî winda bike nemaye.   Ji ber şewbê li Kolombiyayê zêdeyî 75 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Hatineya safî ya welat sala 2020'î bi rêjeya ji sedî 6.8 kêm bû û bêkarî bi rêjeya ji sedî 16.8 zêde bû, xizanî gihîşt asta ji sedî 42.5'an. (ANF)