Li Misrê li dijî îşkenceya 'sineta jinê' qanûneke nûh 2021-04-28 12:34:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Misrê li gel qedxeya heyî îşkenceya sineta jinan berdewam dike. Li dijî vê îşkenceya tê kirin qanûneke nû tê derxisitn. Bi vê qanûnê re kesên ku vê îşkenceyê dike û yê ku daxwaz dike  jî wê bên cezakirin.    Li Misrê ji sala 2008’an ve sinetkirina jinan hatiye qedexekirin lê li gel qedexeye jî hê li hinek deverên bejahî yên Misrê sinetkirina jinan bi awayek berbiçav didome. Ji ber vê jî her çendî ku li Misrê sineta jinan qedexe ye jî yên ku jinan sinet bikin dê cezayê girantir li wan were birîn. Roja yekşema borî qanûneke nû ji bo cezayên girantir anîn parlamentoya Misrê. Li gorî vê qanûnê biryar dabûn ku yên perwerdeya tibê nedîtibin dema ku jinan sinet bikin heta 7 salan wê cezayê girtîgehê li wan were birîn. Yên ku perwerdeya tibê dîtine û jinan sinet bikin jî wê heta 5 salan ji karê xwe werin dûrxistin. Ev biryar jî hat pejirandin. Dema ku ev qanûn ji aliyê serokomar ve were pejirandin yên ku daxwaza sineta jinan bikin jî wê cezayê girtîgehê li wan were birîn.   NE: Ji sedî 90’ê jinan neçarî sinetê bûne    Li gorî lêkolînên Neteweyên Yekbûyî ku di sala 2016’an de kirine, jinên li Misirê yên temenê wan di navbera 15, 49 salî de  nêzî ji sedî 90 neçarî sinetê bûne û hatine sinetkirin. Aktivîstan ev qanûn bi dilxweşî pêşwazî kirin lê belê ketin nava lêgerînên ka dema ev qanûn li tevahî Misrê were pêkanîn wê çîqas bi bandor be û bidome.     'Ceza bi tena serê xwe têr nake'   Rêvebera Pêşketinên Qahîreyê û Weqfa Qanûnê Entessar El- Saeed dide diyarkirin ku cezayên hin girantir bi tena serê xwe têr nakin û wiha got: “Ev gaveke baş e lê belê hê jî em têkoşînê li dijî ramanên kesên ji civaka Misrê, yên wekî bijîşk û dozgeran de ku tu cezayê sinetê nîn e didin meşandin.”    Rayedarên Misrê û saziyên civaka sivîl bi kampanyayên hişyarkirinê, bi serlêdanên qadan re û bi cezayên hîn girantir hewl didin sineta jinan ji holê rakin.   Yek ji şirîkê avakerê koma The Five Foundation Brendan Wynne, qanûna nûh bi dilxweşî pêşwazî kir û da zanîn ku ger hikumet vê mijarê ji dil û cidî negre dê tiştek neyê guhertin û got: “Dema hikumet vê qanûnê cidî negre, tiştek nayê guhertin. Profesorên Tibê hê jî di klînîkên xwe de jinan sinet dikin, vê yekê jî bê fikar û tirs bi eşkerayî dikin.”