Jinên Îranî Mohsen Namîjoo teşhîr kirin 2021-04-21 13:06:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê Tevgera "Me Too"  Mohsen Namjoo teşhîr kir.    Tevgera "Me Too" ku li cîhanê deng vedaye li Îranê belav dibe. Yek ji navên ku kes tacîz kirin jî hunermendê Îranî yê navdar Mohsen Namjoo ye.  Sala borî xwediya hesabê Twîter yê bi navê Mahî, diyar kiribû ku Mahsen NAmjioo li malekê destdirêjî lê kiriye. Piştî wê bûyerê jina ku giliyê Mohsen Namjoo li polîsan kiribû diyar kiribû ku polîs ev bûyer  "wekî hewldana tecawizê" bi nav kiriye. Vê salê jî hin jinan bi navê xwe li Clubhouse navê xwe bi kar anîn û derbarê Hosen Namjoo de parvekirin kirin.  Di nav van kesan de lîstikvan Buşra Desturzade, Luna Şad û stranbêj  Pandîa jî cih girtin.    Mohsen Manjoo piştî destdirêjiyê ku îfade da di vîdeoyekê de destdirêjî red kiribû. Piştî daxuyaniyên destdirêjiyê yên demên dawîn Mohsen Namjoo de  vîdeoyek parvekiribû û xwestibû "rexnedayîna xwe bide".  Mohsen Manjoo di vê vîdeoya xwe ya nûh de got, "Ez ji hemû mexdûrên destdirêjiyê lêborînê dixwazim û dixwazim ku ji bo telafî bikin ev jin firsendê bidin min."   Qeyda deng derket holê   Lê piştî vê vîdeoya lêborînê bi çend saetan vîdekoyeke ku dengê Mohsen Namjoo lê qeydkirî bû derket holê.  Muhsen Namjoo yê ku bertek nîşanî tevgera "Me Too" da got, "Ji çanda rojhilatiyan cuda li gorî çanda Îranê dema ku jinek dibêje 'na' nayê wateya 'na'. Ji ber ku di çanda me de jin her naziyên xwe li mêran dikin û ev tê wateya ku dixwaze mêran li pey xwe bigerîne."   Herwiha gelek jinan jî bi peyamên xwe piştgirî dan çalakiya jinên Îranê.