Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû 2021-04-19 13:48:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Daîreya Cemedê ya Neteweyî ya DYA'yê  diyarkir ku çiyayê hêrî mezin ê cemedê A68 heliyayê û perçe perçe bûye.   Daîreya Cemedê ya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku çiyayê cemedê yê hêrî mezin biçûk bûye û êdî nayê şopandin. A68 dema ku di tîrmeha 2017’an de li sînorê Antarktîkayê ji bergeha parzemînê ya Larsen C’yê veqetiya, bi qasî 5 hezar û 800 çargoşeya kîlometreyan mezin bû. Sala borî di meha kanûnê de hatibû diyarkirin ku îhtîmalek heye çiyayê cemedê li Girava Georgia ya Başûr a li başûrê Antarktîkayê bikeve, lê piştre ji ber çiya perçe bûbû ev xeterî ji holê rabûbû.   Gelek zanîstên cemedê, diyar kirin ku veqetîna A68 a ji bergeha parzemîna Antarktikayê “pêvajoyeke xwezayî” ye û weke sedema helandinê jî nizmbûna wî nîşan dan. Zanîstan, dan zanîn ku ji ber hevsengiya barîna berfê bergehên parzemînan ji kutleya sereke vediqetin û gotin ku eleqeya veqetîna A68 bi qrîza avhewayî ya mudaxaleya mirovan re tune ye.