Dayika Plaza de Mayo jiyana xwe ji dest da 2021-04-04 16:14:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji demezrînera Dayikên Plaza de Mayo Carmen Cobo jiyana xwe ji dest da.    Ji pêşengên Dayikên  Plaza de Mayo ku li Arjantînê li zarokên xwe yên winda digerin Carmen Cobo jiyana xwe ji dest da.    Agahiya ku dayê Carmen jiyana xwe ji dest daye û li ser hesabê Twitter ê Dayikên Şemiyê hat parkirin wiha ye:   “Windakirina pêşenga Dayikên Şemiyê yên Plaza de Mayo dayê Carmen Cobo ya ku bi hebûna xwe ji bo me îlhambû bi êş e. Dayê Carmen Cobo 54 salan ji bo keça xwe Ines û hemû windahiyên Arjantînê ji têkoşîna heqîqet û edaletê xwe paş de neda. Têkoşîna wê ya bi biriyar ji bo me mîras e.”   Dayikên Arjantînê ji bo kesên di navbera 1976 û 1983'an de li Arjentînê hatin windakirin rêxistina dayîkan bi navê Plaza De Mayo avakirin. Di 30'ê nîsana 1977'an de rêxistina Plaza De Mayo ji hêla Estela Barnes de Carluto ve hat damezirandin û dayikan dest bi çalakiyên xwe kirin.  Van dayikan cara yekem li ber Qesra Serokkomarê Casa Rosada çalakî kirine. Dayikên ku laçikên sipî dan serê xwe, xwestin ku sûcê rejîma leşkerî aşkera bikin. Çalakiya van dayikan hêza hemû rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê.