Li dibistanên Zelandaya Nû dê alavên regilê belaş bên dayin 2021-02-18 11:32:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka jin a Zelandaya Nû Jacinda Ardern di çarçoveya li dijî xizaniyê têkoşîn de ragihand ku dê ji meha hezîranê şûnde li hemû dibistanan alavên regilê belaş bên dayin.   Seroka jin a Zelandaya Nû Jacinda Ardern di çarçoveya li dijî xizaniyê têkoşîn de ragihand ku dê ji meha hezîranê şûnde li hemû dibistanan alavên regilê belaş bên dayin. Di nîvê sala borî de li 15 dibistanan bernameya pîlot hatibû destpêkirin û piştî ku ev bernameya bi serkeftinê bi encam bû ev daxuyanî hat dayin. Di bernameyê de ji bo 3 hezar û 200 xwendekarî alavên regilê belaş hatibûn dayin.   Maliyeta wê 18 milyar dolar e   Seroka bi navê  Jacinda da zanîn ku li welat ji her 12 ciwanan yek ji ber pirsgirêkên aboriyê nikarin biçin dibistanan.    Maliyeta bernameya ew ê heta 2024'î bidome nêzî 18 milyar dolarî ye.