Jinên Belçîkayê di 8'ê Adarê de dest bi grevê dikin 2021-02-02 09:58:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kedkar li Belçîkayê ligel ku gelek sektorên li ber çavan li ser pêyan digirin jî keda wan xuya nabe. Jinên kedkar wê ji bo keda xwe di 8’ê Adarê de dest bi grevê bikin.   Jin di xizmetên wekî tendirustî, xurek, perwerdehî û xizmeta ji bo zarok û kal û pîran de jî di nav de beşeke zêde ne. Ev sektor li gorî yên din jî beramberiya wê ya heqdest jî hindik e. Ev jî dibe sedem ku jin di xebatê de kêm werin dîtin.   Li Belçîkayê ji sala 2019’an û vir ve bi navê Collectî e.f.8 Maars tevgerên jinan xwe birêxistin dikin. Greva 8’ê Adarê wê îsal jî bidome. Bi banga kolektîfê wê jin di 8’ê Adarê de dest bi grevê bikin û keda jinan bidin dîtin.   Di 8’ê Adarê de wê li bajarên mezin ên wekî Bruksel, Anvers, Hasselt, Mons, Charleorî, Gent, Lîege, Loûvaîn, Coûrtaî, Namûr û Toûrnaiyê çalakî werin lidarxistin. Gelek sendîka jî piştgiriyê didin çalakiyan.