Li Îrlandayê 9 hezar zarok li Malên Dêra Katolîk mirine 2021-01-13 09:13:39   NAVNEDA NÛÇEYAN - Eşkere bû ku li Îrlandayê di navbera salên 1922 û 1998'an de li 18'e malên Dêra Katolîk ên ji bo 'dayikên nezewicî û zarokên wan' hatibûn avakirin, 9 hezar zarok mirine yan jî hatine kuştin.   Li malên 'dayikên nezewicî û zarokên wan' ên li Îrlandayê ku ji aliyê Dêra Katolîk ve dihatin birêvebirin, şert û mercên giran ên jiyanê û tundiya di navbera salên 1922 û 1998'an de li 9 hezar zarokî dihate kirin, doh bi raporekê eşkere bû.   Rojnameya Sunday Independent bi nûçeyekê ragihan ku di nava 75 salan de 9 hezar zarokên nû çêbûne mirine yan jî hatine kuştin.   Li gorî raporê ev bûyerên şermê di navbera salên 1922 û 1998'an de li 18'e malên Dêra Katolîk de pêk hatine. Malên navborî ji bo jinên nezewicî yên dûcanîbûne, karibin zarokên xwe bînin dinê hatine veqetandin. Ev malên  jî ji bo jinên nezewicî û ducanîbûne, karibin dûrî civakê zarokên xwe bînin dinyayê, bi dehan salan hatine bikaranîn.   Di raporê de tê gotin di nava 75 salan de 56 hezar jinên nezewicî û 57 hezar zarok şandine van malan. Hat ragihandin, jinên ku zarok anîne dinê temenê wan di navbera 12, 18, 25 û 40 salî de ne. Li gorî raporê, bi taybetî jinên ku destavêtin li wan hatiye kirin û zarokên ji ber destavêtinê ji dayik bûn, li van malan hatine bicihkirin.   Di raporê de tê gotin ku tenê li malên Bessboroughê ya li herêma Corkê, di sala 1943'an de ji sedî 75 ê pitikên yek rojî jiyana xwe ji dest dane. Heman çavkanî diyar dike ku di navbera 1922 û 1998 hezar û 427 zarok bi bahaneya kirina xwedî malbat, dane malbatên Emerîkî.   Herwiha bi heman hincetê tê gotin ku gelek zarok dane malbatên li welatên cûda.   Wezîrê Zarokan Roderic O'Gorman li ser raporê daxuyanî da û got, "Rapor asta polîtîkaya zextê û dijberiya li jinê ya dehan salan a li Îrlandayê radixe pêş çavan.   Serokwezîrê Îrlandayê Micheal Martin jî bûyer weke şerma dîroka Îrlandayê bi nav kir û got, ewê ji ber vê rûreşiyê lêborînê bixwezin.   Hikumetê jî ragihand ku ji bo mexdûran wê tazmînatê bide û ji bo tespîtkirina nasnameya zarokên hatine kuştin jî cenaze bên derxistin û lêkolînkirin.   Hate ragihandin ku li yek ji malên li Bessboroughê ya li herêma Corkê, di sala 1943'an de ji sedî 75 ê pitikan hîn rojek jî nedîtin û jiyana xwe ji dest dan. Li gorî raporê, bi taybetî jinên ku destavêtin li wan hate kirin û zarokên ji ber destavêtinê ji dayik bûn, li van malan dihatin bicihkirin.   'Rapor asta polîtkayên zextê nîşan dide'   Wezîrê Zarokan Roderic O'Gorman li ser raporê daxuyanî da û got, "Rapor asta polîtîkaya zextê û dijberiya li jinê ya dehan salan a li Îrlandayê radixe pêş çava ye   Serokwezîrê Îrlandayê Micheal Martin jî wê vê hefteyê ji ber beşa 'herî zehmet û cihê şermê' ya dîroka Îrlandayê lêborînê bixwaze.   Hikumetê jî ragihand ku ji bo mexdûran wê tazmînatê bide û ji bo tespîtkirina nasnameya yên hatine kuştin jî cenaze bên derxistin û lêkolîn.