Li Nîjeryayê bi sedan zarok hatin revandin 2020-12-14 11:19:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bakurê Nîjeryayê di encama êrîşa ku li dibistanekê hat kirin de bi sedan zarok hatin revandin û ji bo dîtina wan operasyon hat destpêkirin.   Li gorî nûçeya di rojnameya Sunday Vanguard de hat weşandin, li bakurê Nîjeryayê li bajarê Kankarayê êrîşî dibistanekê hatiye kirin û li dora 600 zarokan hatine revandin.  Ji bo zarokên hatin revandin operasyon hat destpêkirin û hat diyarkirin ku 400 zarok hatine rizgarkirin.   Piştî ku zarok hatin revandin bi rojekê waliyê eyaletê Amînû Bello Masarî çû serdana dibistanê û got, “A niha jî artêş li daristanê li dijî çeteyan şer dike. Ji bo zarokên hatin revandin werin dîtin, çi ji destê me were, em ê bikin. Li dibistanê 839 zarok hebûn û em nikarin agahiyê ji 333 zarokan bigirin.”   Piştî êrîşê hemû dibistanên navîn ên li eyaleta Katsînayê girtî ne. Serokkomar Mûhammadû Bûharî êrîş şermezar kir û soz da ku wê li dibistanan tevdîrên ewlehiyê zêde bikin.   Hêjayî gotinê ye ku li bejahiyên navend û bakurê Nîjeryayê ev serê çend salan e çeteyên çekdar bi komên ji sed kesî pêk tên teroreke mezin dikin. Ev çete heywanan didizin û fîdyeyê dixwazin.